SÊRT – Perestyarê 16 roj in wenda ye hêj nehate dîtin

26-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Berwariyê ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, xebatên lêgerîna perestyarê ku 11ê Hezîranê di Çemê Miksê de wenda bibû berdewam in.

Li nêzîk gundê Bêdarê yê Berwariyê, 11ê Hezîranê dema fermanberên tendirustiyê li ber Çemê Miksê seyran dikirin, lingê perestyara bi navê Halime Timurtaş şemitî û kete nav çem. Hevalê wê yê perestyar Eyup Guneş jî ji bo Halime Timurtaş ji nav çêm derxîne xwe avêt nav çêm, lê wî jî nikaribû derkbiketa û bi avê re herikî.

Halime Timurtaş ji çêm hatibû derxistin, lê tevî midaxeleyan canê xwe jidest dabû. Ji bo dîtina Eyup Guneş jî heman rojê xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin.

Xebatên lêgerînê 16 roj in berdewam in, lê heta niha ti encamak derneket û Guneş nehat dîtin. Xebatên lêgerînê ji aliyê tîmeke berfireh ên pispor û binavê ve berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst