Bahozê li Koyê 20 stûnên elektrîkê xistine xwarê

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema bahozeke xurt li qezaya Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve 20 stûnên elektrîkê ketin xwarê û elektrîka çend taxên qezayê û 6 gundan bo demekê qut bû.

Roja Şembiyê bo demeke kurt bahozeke xort li gelek bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hat. Tevî bahozê, tozbarînê jî li gelek cihan destpê kir û keşûhewa gelek pîs bû û mesafeya dîtinê jî pir kêm bû.

Qaymeqamê qezaya Koyê, Tariq Heyder ji Rûdawê re ragihand, “bahoza li sînorê qezaya Koyê bûye sedema zirarên maddî û 20 stûnên elektrîkê li navenda qezayê û gundên derdorê xistine xwarê.”

Bi gotina Qaymeqamê qezaya Koyê, ji ber bahozê û ketina stûnên elektrîkê, li 5-6 gundan û çend taxên navendê qezayê elektrîk qut bû. Tariq Heyderî tekez kir, pirsgirêka elektrîkê ya wan taxên navenda qezayê bi şêweyeke demkî hatiye çareserkirin, û îro Yekşembê tîmên wan dê bi yekcarî vê pirsgirêkê çareser dikin.

Heyderî got, ji şevê din ve 5-6 gundên ser bi qezaya Koyê ve bê elektrîk mane û ew hewl didin wê pirsgirêkê jî çareser bikin.

Ji duh piştî nîvro ve tozbarîn û bahozeke xurt li parêzgeha Hewlêrê destpê kir.

Her ji ber tozbarînê û bahoza xurt, doh êvarê geştên esmanî yên Firokexaneya Navnetewî ya Hewlêrê jî bi awayekê demkî hatin rawestandin û paşê dîsan destpê kirin.

Rêveberê Firokexaneya Navnetewî ya Hewlêrê, Ehmed Hoşyar doh ji Rûdawê re got, ji saet 18:00ê êvara Şembiyê ve bi sedema tozbarînê geştên esmanî yên firokexaneyê hatine rawestandin û bi asayîbûna rewşê û di demeke pir nêzîk de ew dê geştan destpê bikin.