Tirkiyê bombebaranên ser Çiyayê Metîna zêde kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên Tirkiyê hefteyek e bombebarana ser Çiyayê Metîna li sînorê Amêdî ya Duhokê tund kirine û şeva borî jî di encama bombebaraneke ser gundên Belave û Guherzê yên ser bi nahyeya Dêrelûkê de ziyan gihîştiye çend malên welatiyên sivîl.

Heval Birkahînî yê ji gundê Belaveyê, roja Yekşemê 26ê Hezîrana 2022an ji Rûdawê re ragihand, firokeyên Tirkiyê hefteyek e rojane 2-3 caran Çiyayê Metîna ya li nêzîkî Guherzê, Belave û devera Sûra Sigêre li nêzîkî gundên Sigêr û Sergeliyê bombebaran dikin û anî ziman, “Şeva borî çend caran rêze çiya bombebaran kirin.”

Heval Birkahînî da zanîn ku heta niha ti ziyanên canî çênebûne û got, “Xelkê wê deverê her roj di nava metirsiyê de dijîn û şeva borî jî ji ber bombebaranê çend malan ziyan dîtine.”

Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman di hevpeyvîneke taybet a çend rojan berî niha de ji Rûdawê re ragihand, “Tirkiyê li ser bombebarankirina sînorê me, bi taybetî li her du navçeyên Şêladizê û Dêrelûkê berdewam e.”

Warşîn Selman her wiha anî ziman, “Em hemû hewlan didin ji bo parastina aramiya herêmê û can û malên welatiyan.”

Li ser ziyanên bombebaranê jî Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman diyar kir ku ew deverên hatine bombebarankirin dûrî cihên niştecihbûnê ne û piraniya wan deveran ji ber aloziyên di navbera PKK û Tirkiyê de di 30 salên borî de hatine valakirin û lê zêde kir, “Ziyanên madî gihiştine û gelek caran sivîl jî ber bombebaranê ketine, şedîd ketine û birîndar bûne.”

Roja 17ê Nîsanê, Tirkiyê dest bi operasyoneke leşkerî li ser sînorê navçeyên Dêrelûk û Şêladizeyê kir, heta niha hêzên Tirkiyê ji xeynî Çiyayê Kurejar li 9 cihên din ên stratejîk ên sînor, xalên çavdêriyê yên leşkerî danîne.