Dije Terora Kurdistanê derbarê êrişa li ser Hewlêrê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Dije Teror a Kurdistanê derbarê êrişa li ser gundekî Hewlêrê ragihand ku di wê êrişê de 3 dron hatine bikaranîn. Li ser wan dronan dirûşmek hatibû nivîsandin.

Şeva derbasbûyî bi dronan êrişek li ser gundekî nêzikî Hewlêrê hat kirin û Dezgeha Dije Terora Kurdistanê jî derbarê wê êrişê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê, “3 dron bi ber xaniyê hemwelatiyekî ketine li nêzikî gundê Birax li Hewlêrê û dronek jî li çiyayê Tarîn ket xwarê.”

Dije Terora Kurdistanê ragihand ku bi zimanê Erebî dirûşma, `Silav li te be, ey bedewiya Iraqê, bi navê Xwedê, Qasim Al-Jabbarin, ey xwedanê demê, ey Zahra` hatibû nivîsîn û du ji wan dronan teqiyane û yek jî neteqiyaye û “jibilî ziyana maddî, ti ziyaneke canî çê nebûye.”

Li gor zanyariyan şeva derbasbûyî demjimêr 01.50 bi sê dronan êriş li ser xaniyê hemwelatiyekî pêk hat ku ew xanî li ser rêya Sêwale ye, li gundê Birax ê li nêzikî komelgeha Mela Omer a ser bi Hewlêrê ve.

Dije Terora Kurdistanê amaje bi wê jî dike, lêkolînên wan li ser wê êrişê berdewam in û dê encamên lêkolînan jî bo raya giştî eşkere bikin.

Roja 14ê Nîsana derbasbûyî jî bi dronan êrişek li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêk hatibû û Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî ragihandibû, dronên bi `TNT`arasteyî binkeya hêzên Hevpeymanan a li nav firokexaneyê hatin kirin.