Parlamenterekî Kirmaşan: Ewlehî û asayîşa xelkê nemaye

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerekî Kirmaşan li Parlamentoya Îranê dibêje, xelk ji “pirsgirêkên emnî” yên li wî bajarê Rojhilatê Kurdistanê nîgeran bûne û daxwazê ji aliyên peywendîdar dike, rûbirûyê wan kesan bibin ku asayîşa xelkê têk didin.

Nûnerê bajarê Kirmaşan li Parlamentoya Îranê Mihemed Reşîdî dibêje: “Di du mehên borî de bi giştî û bi taybetî di du hefteyên derbasbûyî de, pirsgirêkên emnî yên xelkê gelek bûn û beşa herî zêde ya pirsgirêkan dizî û kêşeyên girêdayî bikaranîna maddeyên hişber in.”

Mihemed Reşîdî got: “Min berê jî çendîn car di vî warî de hişyarî daye, lê hişyariya min a vê carê ji ber wê yekê ye ku daxwazên xelkê zêde bûne û pirsgirêk gelekî gelekî zêde bûne.”

Rêveberê Zîndanên Parêzgeha Kirmaşan Hemîdreza Pûryanî hefteya borî di civîneke çapemeniyê de sedema zêdebûna hinek ji wan diyardeyên civakî yên Kirmaşan bi “pêşneketina yeksanî” ya wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê ligel parêzgehên din ên Îranê ve girê dabû.

Hemîdreza Pûryanî got: “Piraniya wan kesên di zindanê de ne, ji ber bêkariyê ketine rewşekê ku wiha kiriye ku bikevin zindanê û dema em ligel berpirsan behsa pirsgirêkê jî dikin, tenê xemê dixun û tiştekî nakin.”

Salên borî li ser asta Îranê bêkariya herî zêde li parêzgeha Kirmaşanê bû, lê li gor amarên fermi, du sal e hejmara bêkaran ber bi kêmbûnê ve diçe, bi awayekî ku sala bore rêjeya bêkariyê li wê parêzgehê ji sedî 12.4 bû. Ligel vê jî pileya sêyem a bêkartirîn parêzgeh e li Îranê.

Cîgirê Rêxistina Plandanînê ya Parêzgeha Kirmaşan Cewad Mistefayî mehek berî niha gotibû: “Sala 2016an hejmara bêkaran li vê parêzgehê 145 hezar kes bû, lê sala 2020an daketiye 99 hezar kesan.”