Yahya Oger: Li Amedê rêjeya bikaranîna madeyên hişbir ji %10 e

26-06-2021
RÛDAW
Serokê Komeleya Yeşîl Yildiz a Rûbirûbûna Madeyên Hişbir Yahya Oger
Serokê Komeleya Yeşîl Yildiz a Rûbirûbûna Madeyên Hişbir Yahya Oger
Nîşan Yahya Oger Yeşîl Yildiz Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Yeşîl Yildiz (Stêrka Kesk) a Rûbirûbûna Madeyên Hişbir Yahya Oger dibêje, “Ji Efxanistan, Îran, Iraq û Sûriyê madeyên hişbir bi rêya Bakurê Kurdistanê bo Deryaya Spî tên veguhastin û diçin Ewropayê” û tekez dike ku bi vê sedemê rêjeya bikaranîna madeyên hişbir li Bakurê Kurdistanê zêde dibe. Oger eşkere jî kir ku li gor pêşbîniyên wan, rêjeya bikaranîna wan madeyan li Amedê ji %10 e.

Serokê Komeleya Yeşîl Yildiz a Rûbirûbûna Madeyên Hişbir Yahya Oger derbarê rewşa bikaranîna madeyên hişbir li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bû ku taybet bi Bakurê Kurdistanê.

Serokê Komeleya Yeşîl Yildiz (Stêrka Kesk) a Rûbirûbûna Madeyên Hişbir Yahya Oger ragihand ku li gor amarên şaredariya wê demê, sala 2015an 75 hezar kesan li Amedê madeyên hişbir (kenewîrê Hindî) bikar dianîn û 15 hezar kesan jî madeya metafetamîn bikar dianîn û bi giştî “2015an bi qasî 100 hezar madeyên hişbir herî kêm carekê bikar anîne.”

Yahya Oger li ser rewşa niha jî amaje bi wê dike ku heta niha ti xebatek birêve neçûye, lê li gor pêşbîniya wan bi giştî “li Tirkiyê ji %3ê xelkê wan madeyan bikar tînin. Li Amedê ji %10ê xelkê me ku madeyên hişbir bikar tînin.”

Di dewama gotinên xwe de Oger behsa wê dike ku li Amedê rêjeya bikaranîna madeyên hişbir zêdetir e û li ser sedema wê jî diyar dike, “xelkê me bêkar e, pîşesazîç tune ye, hejmara zarokan zêde ye û malbat nikarin pê re eleqedar bibin. Sedemek din jî li herêma 40 sal e şer heye. Bakur rêya wê ye jî; ji Efxanistan, Îran, Iraq û Sûriyê madeyên hişbir bi rêya herêma me bo Deryaya Spî tên veguhastin û diçin Ewropayê. Ev 5-6 sal e ji Ewropayê dîsa bi rêya herêma me madeyên sentetîk bo herêmên Erebî tên veguhastin. Lewma li herêma ev rêje zêdetir e.”

Serokê Komeleya Yeşîl Yildiz amaje bi wê kir ku li Tirkiyê, sala 2016an derdora hezar kesan ji ber bikaranîna madeyên hişbir jiyana xwe ji dest dane û sala 2020an jî derdora 350 kesan bi madeyên hişbir jiyaan xwe ji dest dane û li ser rewşa Amedê jî Oger got, “Derdora 2000 kesan serî li me dan bo wergirtina çareseriyê. Ev nexweşî li her derê zêde dibe.”

Herwiha Yahya Oger tekez dike ku bidestxistina madeyên hişbir li gor salên berê gelek hêsantir bûye û hetaev made gihiştine gundan jî û li ser rêyên rêlibergirtina bikaranîna madeyên hişbir jî dibêje, “Em ji malbatan re dibêjin, bila zarok bizane ku zirarên bikaranîna van madeyan çi ne. Dema pirsgirêk çê bû, ciwan serî li madeyên hişbir didin û divê malbat bi zarokên re gelek eleqedar bibin û guhdarî bikin.”

Komeleya Yeşîl Yildiz sala 2007an li Amedê hat damezrandin û li 16 bajaran şaxên wê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst