Li Rihayê şerê çekdarî: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihayê di encama şerekî di navbera du malbatên xizmên hev de 7 kes birîndar bûn. Kesên êrişkar piştî ku gule li kesûkarên xwe raşandin, hewl dan bi otomobîlê jî bidin ser wan.

Li gor zanyariyan şerê di navbera herdu malbatan de li ser mijara jihevberdana du hevjînan bû. Piştî aloziya di navbera herdu aliyan de mezin bû, endamên malbatekî duh çûn taxa Karşiyaka û bi çekên nêçîr û demançê gule li endamên malbata din reşandin ku li ber deriyê mala xwe bûn.

Kesên êrişkar piştî ku gule li 7 endamên malbata din reşandin, hewl dan bi otomobîlê bidin ser wan kesan ku di encama êrişê de ketibûn erdê.

Li ser agahdarkirina xelkê derdorê, li gel tîmên tendirustî, hejmareke zêde ya hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin veguhastin.

Di encama êrişa çekdarî de kesên bi navên Omer D., Serhat D., Melek D., Fatma D., Semra D., Abdullah Ç. û zarokek birîndar bûn.

Di dîmenên ku li torên civakî hatine belavkirin de diyar dibe ku kesên êrişkar, piştî êrişê hewl didin bi otomobîlê jî bidin ser wan kesên ketine erdê.

Li gor zanyariyan kesên êrişkar piştî bûyerê reviyan û hêzên emnî jî ji bo girtina wan xebat dan destpêkirin.

Herwiha derbarê şer û êrişê de lêpirsîn hat destpêkirin.