Li 7 bajaran 42 siyasetmedar û çalakvanên Kurd hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê û 6 bajarên din, polîsê Tirkiyê li dijî KCD, DBP û Weşanxaneya J&J û çend saziyên sivîl û rêxistinên jinan bi awayekî hevdem operasyoneke berfireh kir û 42 kes desteser kirin.

Hêzên polîs li Amedê avêtin ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û çend mal û avahiyên din û herî kêm 11 kes hatin desteserkirin.

Herwiha di encama wê operasyona ku hevdem li 7 bajaran birêve çû, Endamên Diwana KCDê,  Jiyan Taş û Hûseyîn Kaya, Rêvebira Komeleya Jinan a Rosayê Rojda Bariş, Hevşaradara jikardûrxistî ya Farqînê Naşîde Toprak û Serokê Şaxa Amedê ya Sendîqaya Kedkaran Suphî Îzol jî nav de bi giştî 42 kes hatin desteserkirin.

Herwiha hêzên ewlekariyê li avahiya KCDyê û Weşanxaneya J&J lêgerîn kirin û dest danîn ser hejmareke zêde ya kaxez û belgeyên KCDê û tabelayên KCDê daxistin.

Ev operasyona di demekê de ye ku Serdozgeriya Komarî ya Tirkiyê di çarçova lêpirsîna li dijî KCDê biryara desteserkirina 64 kesan dabû.