Li Akrê birincê pîs li xelkê hatiye parvekirin

Akrê (Rûdaw) – Li Akrê di nava birinc û madeyên xwarinê de yên ku hikûmeta Iraqê dişîne û mehane xelk werdigire, kevir û pîsayiyên mişk û circan hebûye û her wisa jî li ser xelkê hatiye parvekirin.

Hejmarek ji xelkê Akrê ji neçarî û ji ber rewşa niha ya ji ber pandemiya koronayê, ew birinc wergirtine, lê birinc bi qasekî xirab û pîs bûye, ku bi kêrî xwarinê nehatiye, lewma wan ew birinc dane mirîşkan.

Kebaniyeka malê dibêje, ew birinc qet bi kêrî xwarinê nayê û wan kîloya wê birincê bi 100 dînaran firotiye.

Kerîma Cemîl, akinciya taxa Xirga ya Akrê, ku neh meh bû pişka xwe ya mehane ya birinc wernegirtibû, piştî wergirtina birinc ji navendeke dabeşkirina xorakê, gelek ji kalîteya nizim a birinc bi gazind e. Kerîma Cemîl dibêje, kes nikare wî birincî bixu, hemû dibe hevîr û me hemû firot, me firot bi 100 dînarî. Tu çawan çêdikî, nabe û bêhna wê jî nexweş e.

Xwediyê yek ji wan cihên ku xoraka mehane didin xelkê, Karwan Mihemed e ku ji Rûdawê re dibêje, birincê 3050 malbatan li cem wî ye ku 9 ton û 150 kîlo ye,

Karwan Mihemed diayr dike, beşek ji xelkê ji ber xirabiya kalîteyê, birinc wernagirin û gelek kesên ku birincê pişka xwe ya mehane birine, cardin vegerandine.