Li Dêrsimê pirtûkxaneya dîrok û çanda wî bajarî tê avakirin

26-06-2019
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Pirtûkxane Dîrok Çand
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Derhênerê Weşanê yê Kovara Munzurê Mesut Ozcan li bajarê Dêrsimê pirtûkxaneyeke taybet a çand û wêje û dîroka Dêrsimê ava dike.

 

Nivîskar û lêkolîner Mesut Ozcan ku 6 sal in li bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê dijî, xizmeta çand û huner û wêjeya wî bajarî dike.

 

Mesut Ozcan ku di sala 2000ê de li Enqerê Kovara Munzurê damezrandiye, ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwaze pirtûkxaneyek li Dêrsimê ava bike ku dê têde 15 hezar pirtûk, bi sedan name û destxet û wêne hebin.

 

Ozcan diyar dike ku armanca wî ya yekane, xwedîderketina li wêje û dîrokê ye û bang li her kesî dike ku bi wêne û pirtûkên di destê xwe de alîkariya vê pirtûkxaneyê bikin.

 

Mesut Ozcan ji Rûdawê re ragihand: “Gelek belge, pirtûk, wêne û tomarên deng ên li ser dîrok û çanda Dêrsimê winda dibin, lewma me xwest em wan li navendekê berhev bikin. Û pênc sal berê, cihê birêvebirina Kovara Munzurê, me veguhest bajarê Dêrsimê û me xwe gihand van malbatan û me daxwaz kir ku belgeyên di destê xwe de bidin me û ew belge, wêne û pirtûk dê li pirtûkxane û mûzeya ku dê li Dêrsimê were avakirin, zindî bimînin û werin parastin û em dê bêberamber pêşkêşî xelkê bikin. Çîroka avakirina pirtûkxane û mûzeyê jî wiha dest pê kir.”

 

Ozcan eşkere kir: “Heta îro 15 hezar pirtûk ji me re hatin. Pirtûkên ku hatin pêşkêşkirin, pirtûk û wêneyên taybet ên xelkê ne. Me jî ew pirtûk ji wan wergirtin û veguhestin pirtûkxaneya xwe. Bi hezaran pirtûkên me yên resen hene. Di nav wan de wêneyên Dêrsimê yên salên 1937 – 38 jî hene. Ne tenê wêneyên 1937 – 38, herwiha wêneyên salên 1960, 1980 û 2000ê jî hene. Li pirtûkxaneya me nêzîkî hezar nivîs û name jî hene. Tiştê ku em dixwazin bikin ev e; Em li Dêrsimê, li erdnîgariya xwe, pirtûkxaneya huner, çand û dîrokê ava bikin û mûzeyekê pêk bînin. Belgeyên orjînal ên ku me berhev kirine, di mûzeyekê de pêşan bidin.”

 

Dema pirtûkxane were avakirin, dê li Dêrsimê bibe yekem pirtûkxane û muzeyeke bi vî rengî.

 

Helbestvanê Dêrsimî Burhan Gundagan jî ji Rûdawê re eşkere kir: “Ez gelek giring dibînim ku li Dêrsimê pirtûkên ku Mesut Ozcan li pirtûkxaneyê berhev dike û pêşan dide, têne arşîvkirin. Ji ber ku pirtûkxane mejiyê bajaran in û lewma bi qîmet in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst