YPG: Kanton dibin yek – Tenê 50 km ma!

26-06-2016
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistan Kanton YPG Şehba Efrîn Kobanî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Berdevkê YPGê li devera Şehba û Berdevkê Komîteya Bergirî li kantona Efrînê Fewzî Silêman ragihand, mijara yekgirtina her 3 kantonên Rojavayê Kurdistanê ji wan re gelek giring e û niha tenê 50 kîlometre maye ku hêzên wan her du kantonên Kobanî û Efrînê bigihînin hevdu.

 

Fewzî Silêman ku temenê wî 51 sal e, Berdevkê Komîteya Bergirî li kantona Efrînê û herwiha Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li devera Şehba ye.

 

Fewzî Silêman 26 sal berî niha bûye gerîla û sala 1991an li Geliyê Buqah ê li Lubnanê xûleke perwerdehiyê li Akademiya Mahsûm Kurkmaz dîtiye. Piştre li çiyayên Kurdistanê berdewamî bi karê siyasî, leşkerî û medyayê daye.

 

Di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de, Fewzî Silêman amaje bi wê yekê dike ku tenê bi rizgarkirina Minbicê her du kantonên Kobanî û Efrîn nagihîjin hev, belku rizgarkirina Minbicê dibe ‘klîda rizgarkirina devera Şehba’ û piştre jî dê her du kanton hev bigirin.

 

Sînorê devera Şehba ji sînorê rojavayê rêveberiya kantona Kobanî dest pê dike û heya Ezazê berdewam dibe. Dirêjahiya sînorê devera Şehbayê nêzîkî 150 kîlometran e û li aliyê bakur hevsînorê Tirkiyê û ji başûr ve jî li gel Helebê û Reqayê sînorê hevbeş heye.

 

 

Berdevkê YPGê li devera Şehba Fewzî Silêman behsa giringiya girtina vê deverê dike û dibêje: “Bûyerên Sûriyê bûne sedem ku ew dever giring be. Çendîn aliyên naskirî yên weke dewleta Tirkiyê û welatên kendavê dixwazin bo cîbicîkirina acendayên xwe, vê deverê ji komên çekdar ên girêdayî xwe re bikin navendek. Ew yek jî di jêr navên cuda de, wek mînak vê deverê bi ‘Herêma Ewleh’ bi nav dikin. armanca wan jî ev e, derxistina astengiyan bo Rojavayê Kurdistanê, eger em nebêjin derbxistin li Rojavayê Kurdistanê ye.”

 

Rizgarkirina Minbicê xaleke giring e ji bo yekgirtina her du kantonên Kobanî û Efrînê, lê belê bi gotina Fewzî Silêman, tenê bi rizgarkirina Minbicê ew her du kanton nabin yek.

 

Di vê bareyê de Fewzî Silêman wiha dibêje: “Rizgarkirina Minbicê klîda rizgarkirina hemû devera Şehbayê ye. Niha tenê 50 kîlomtre mane ku hêzên me li her du kantonên Efrîn û Kobanî bigihîjin hev.”

 

Silêman yekgirtina her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê bi mijareke çarenivîssaz dizane û li ser vê yekê dibêje: “Bo me yekgirtina her sê kantonên Rojava meseleyeke çarenivîssaz û stratejîk e. Vê mijarê rasterast pêwendî bi ewlehiya Rojava ve heye. Di berjewendiya me de ye ku em wan hêzan dûr bixin ku li dijî hêviyên milletê me disekinin, her ji ber wê jî rizgarkirina Minbicê û devera Şehbayê karê sereke yê me ye.”

 

Derbarê armanca dahatî ya YPGê piştî rizgarkirina bajarê Minbicê de jî, Berdevkê YPGê yê li devera Şehbayê destnîşan kir: “Em li Sûriyê xwediyê projeya federalîzma demokratîk a nenavendî ne. Meseleya Sûriyê û gelê Sûriyê ji me Kurdan û Sûriyan re ji her tiştî giringtir e. Xelkê Idlib û çend parêzgehên din ên Sûriyê daxwaza alîkariyê û bi hawarçûnê li me kirine.”

 

Piştî ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ber bi bakurê bajarê Reqayê ve pêş ve çûn, Artêşa Sûriyê jî li aliyê başûrê vî bajarî ve dest bi tevgerê kir û li dijî DAIŞê operasyon da destpêkirin. Ew yek jî bû sedem ku nirxandinek wiha bê kirin, ku rêkevtinek di navbera her du aliyan de heye.

 

Lê belê Berdevkê YPGê li devera Şehba, Fewzî Silêman her core rêkevtinek li gel Hikûmeta Sûriyê derbarê operasyona Reqayê de red kir û got: “Zêdebarî propagandayan, tevgerên Artêşa Sûriyê yên ku di van demên dawiyê de li gundên derdora Reqayê tên kirin, gelek sînordar in û bi kêrî wê yekê nayên ku behsa wan were kirin.”

 

Hinek çavdêr di wê baweriyê de ne ku rêkevtinek Amerîkî-Rûsî derbarê Sûriyê û deverên di bin hegemonî û bandora wan de heye.

 

 

Fewzî Silêman li ser îdîayên derbarê rêkevtina navbera Amerîka û Rûsya nêrîna xwe wiha tîne ziman, ku her core rêkevtinek wisa di navbera Rûsya û Amerîka de dê bibe sedema kûtirbûn û berdewambûna kirîza li Sûriyê.

 

Silêman tekez dike: “Rûsya û Ameîrka li deverê xwedî berjewendî ne. agirtina balansê di navbera her du hêzan de tiştekî veşartî de nîne. Ew piştgiriya hêzên nakok û li dijî hev dikin, lê belê xuya ye ku li ser gelek tiştan li hev kirine. ew yek jî yek ji sedemên berdewambûna kirîza Sûriyê ye.”

 

Pêştir îdîayek belav bibû, ku Rûsya li kantona Efrînê alîakriya YPGê kiriye, lê belê Berdevkê YPGê yê li devera Şehbayê ew îdîa red kir û da xuyakirin: “Gelek îdîa hene û heta ku digihîşte asta tohmetbarkirina me jî. Yek ji wan îdîayan weke ku we behs kir, îdîaya alîkariya Rûsya bo Efrînê ye, yan jî weke behs tê kirin, dabeşkirina Rojava di navbera Rûsya û Amerîka de ye. Bi zelalî dibêjim, ew tenê îdîa ne û tiştên wiha li ser erdê nînin.”

 

Derarê têkiliya li gel Amerîka de, jî Silêman ragihand: “Em li dijî terorê cihê xwe di nav hevpeymaniya navdewletiyê de digirin. Li ser vê bingheê pêwendiyên me li gel Amerîkayê û hevpeymaniya navdewletî di berjewendiya me û wan de ye. em hêvî dikin ew pêwendî  geştir bibin û ber bi asta siyasî ve jî biçin.”

 

Berdevkê YPGê li Şehba wê yekê jî dide zanîn, hemû ew dewletên ku pêştir daxwaza alîkariyê li Kurdan kirine yan alîkarî dane Kurdan, piştî ku karê wan bi dawî hatiye, pişta xwe dane Kurdan.

 

Fewzî Silêman dibêje: “Dema ku şoreşa gelên Sûriyê dest pê kir, gelek hêz û alî di jêr navê (Ey neviyên Selahedîn Eyûbî hûn li kuderê ne) daxwaza hevpeymanî û karkirina hevbeş li me kirin, lê belê me ji wan re got, ew stran dema wê derbas bûye û me ew siyasetên xafilandinê derbas kirine. Her ji ber wê jî ew niha dijatiya me dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst