TCK: Pêwîste PYD rê bide Pêşmerge derbasî Rojava bibe

26-06-2015
RÛDAW
Nîşan TCK TEV-DEM ENKS Kobanî Rojavayê Kurdistan DAIŞ Pêşmerge
A+ A-

 

 

                           

Hewlêr (Rûdaw) - TCKê bang li PYDê kir,  vegere Peymana Duhokê û rê bide ku Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bin.

  

Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TCK) derbarê şerê li Kobanî de daxuyanî da. TCKê di daxuyaniya xwe de êrişa çekdarên DAIŞê bo ser Kobanî şermezar kir. TCKê herwiha tekez kir, ku êrişa duh a DAIŞê bo ser Kobanî di demekê deye ku heyamek kêm bi ser kontrolkirina wê ji aliyên hêzên kurdî ve derbas bûye.

 

TCK dibêje, eger miletê Kurd û bi taybetî jî saziyên siyasî bi mantiq tevbigeriyana, îro bûyerên li Kobanî dubare nedibûn.

 

TCKê ragihandiye, ku yek ji sedemên van komkujîyan, qebûlnekirina hêzeke din a leşkerî li Rojavayê Kuridstanê ji aliyê PKK/PYDê ve ye û daxwaz kiriye, di demek zû de PKK/PYD dev ji vê mantiqê berde û hişmendiya bi tena serê xwe îktidarbûna li Rojavayê Kurdistanê ji hişê xwe derxe.

 

TCKê rexne li wê yekê jî digire ku rê nayê dayîn hêzên pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava bin û welatê xwe biparêzin û bang li PYDê û YPGê kiriye, ku her wek çawa derfet ji Artêşa Azad a Dijbereya Sûriyê re hatiye dayîn, li gor Peymana Duhokê tevbigere û derfetê bidin Pêşmergeyên Rojava jî da ku derbasî Rojavayê Kuridstanê bibin û welatê xwe biparêzin.

 

TCKê herwiha got, Derbasbûna hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê garantiya wê yekê dike ku rê li ber komkujiyên bi vî rengî bigire.

 

Daxuyaniyê bal kişandiye ser rewşa serbazî û ewlehî ya li Kobanî û hatiye gotin, pêwîst e ew yek bê zanîn ku ji roja ewil heta îro di hemû êrişên li ser Kobanî de, lawazî di warê leşkerî de hene.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Eger balafirên hevpeymanan û hêzên pêşmerge nebûna, Kobanî di zû de ketibû. Ev lawaziyên eskerî ne tenê li Kobanî, lê belê li Qamişlo, li Serêkanîyê, li Hesekê û li deverên din jî çêbûne û em bûn şahidên van kêmasîyan.”

 

TCKê herwiha rexne li banga rayedarên siyasî û leşkerî yê Kobanî girt û ragihand: “berî ku ewlekarîya Kobanî bê bidestxistin, bang li  miletê Kobanî kirin ku milet vegere. Lewra divê pêşiyê berpirsyarên leşkerî ku bûne sedema şehîdbûna bi hezaran şervan û sivîlan bên guherîn û di derheqê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.”

 

TCKê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bang li ENKS û Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî dike ku bi zûtirîn dem dev ji rewşa xwe ya pasîf ku ne di berjewendîyê miletê Kurd de ye, berdin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst