EGRKê dixwaze rûpeleke nû ligel PDK-Sê veke

26-06-2014
Behzad Mîran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Ebdilselam Ehmed diyar kir ku ew dixwazin di vê rewşa niha de rûpeleke nû ligel Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) vekin. Serkirdeyekî PDK-Sê jî mercên wan hene.

Piştî ku PDK-Sê di destpêka meha nîsanê navbera 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê de hat damezirandin, têkiliyên navbera EGRKê ku PYDê jî di nav de cih digre û PDK-Sê xirab bûn, bi taybet piştî ku çend serkirdeyên wê partiyê ji aliyê hêzên asayiş û YPGê hatin girtin û derkirin.

Di destpêka vê heftiyê de, şandeke EGRKê li Enqereyê ligel şandeke Partiya Demokarat a Kurdistanê (PDK) civiya û li ser çend xalan li hev kirin.

Derbarê wê civînê de, hevserokê EGRKê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Niha nexşeya tevahiya herêmê tê guhertin û ji hemû aliyên kurdî tê xwestin nakokiyên di nava xwe de li deyinin aliyekî”.

Ebdilselam Ehmed herwiha got “Ev hevdîtin bê guman wê bandora xwe hebe li ser rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê ku dê çawa were destekkirin û piştgirîkirin û partiyên din ên ENKSê û yên ji dervey her du encûmenan bikaribin beşdar bibin di rêveberiya xweseriyê de”.

Hevserokê EGRKê herwiha hêvî dike ku “danûstandinek hebe li ser awayeê despêkirina karê hevbeş û parastijna destkeftên li Rojavayê Kurdistanê”.

Ebdilselam Ehmed got jî ku ew dixwazin rûpelek nû ya têkiliyan di navbera EGRK û PDK-Sê de bê kirin.

li hember vê daxwazê de, sekreterê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand ku daxwazin partiya wî û yên ENKSê derbarê destpêkirina karê hevbeş ligel EGRKê xuya û zelal in.

Mihemed Îsmaîl ew xwestek wiha rêz kirin: “Divê zemîna danûstandinan peyda bibe û destpêkê yasayên li ser partiyan hatine ferzkirin bên rakirin, dawî li girtina kadiran û binçavkirina wan were û deriyê Sêmalka were vekirin, ango kiryarên hişk li Rojavayê Kurdistanê pêşî divê bêne sistkirin”.

Sekreterê polîtbîroya PDK-Sê herwiha got ku “kengî ev xwestek pêk hatin û bawerî bi karên hevbeş çêbibe, wê demê ew amade ne li ser esasê rêkeftina hewlêrê danûstandinan ligel EGRKê destpêbikin”.

Derbarê hevdîtina navbera EGRK û PDKê li Enqereyê de, Mihemed Îsmaîl diyar kir ku “ew hevdîtin tevî ku tiştekî başe, lê ne civîneke fermî bû û ne di nav xişteya karê PDKê de bû ”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst