Li Geverê 11 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê 11 kes desteser kirin.

Demjimêrên sibeha îro hêzên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li navçeya Geverê di operasyoneke hemwext de bi ser çend malên welatiyan de girt û 11 kes desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Geverê.

Sedema desteserkirina wan nayê zanîn.

Li gorî nûçeya MAyê  hinek zarok jî di nav kesên destserkirî de ne û biryara nehênîbûnê li ser dosyeya wan hatiye dayîn.  

Herwiha hevdtîna wan a li gel parêzeran jî 24 demjimêran hatiye qedexekirin