Xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartibûn tablet standin

26-05-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
DTSOyê 700 tablet da xwendekarên dersa Kurdî hilbijartine / Wêne: Rûdaw
DTSOyê 700 tablet da xwendekarên dersa Kurdî hilbijartine / Wêne: Rûdaw
Nîşan DTSO Dersa Kurdî Edebiyata Kurdî Tablet
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bi merasîmekê 700 tablet da wan xwendekarên dersa Kurdî hilbijartine.

Merasîm duh êvarî li Navenda Kongreyê ya Sezai Karakoç hat lidarxistin.

Dogan Hatun: Em jî dê piştgiriya Kurdî bikin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun û Serra Bkcak jî di merasîmê de cih girt û bi destên xwe tablet dan xwendekaran.

Dogan Hatun diyar kir ku ew dê wekî şaredarî ji hemû kesên ku xebatên Kurdî dikin re alîkariyê bikin û got:

Kî bixwaze li ser zimanê xwe xebatekî bimeşîne, ne tenê zarok, di warê pisporiyê de jî kesên ku li ser akademiyê jî xebat dimeşîne, kesên li ser zanistiyê jî xebat dimeşîne, kesên ku bixwazin kursên zimanê kurdî jî vekin û bi dilsozî kar bikin, em dê alîkariya wan hemûyan bikin.”

Em dê hezar û 200 tabletan bidin xwendekaran”

Rêveberên Odeya Bazirganiyê dibêje ew dê îsal nêzîkî hezar û  200 tabletan bidin wan xwendekarên Kurdîhez.

 Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya jî got:

“Me hezar û 200 heb talbet dane zarokên xwe. Me ewqas tablet amade kirine.

Em van tabletan didin wan zarokên ku dersên Kurmancî û Zazakî hilbijartine.”

Hem zarok, hem mamoste û hem jî dê û bavên zarokan ji belavkirina tabletan gelek kêfxweş bûn.

Bavê xwendekarekî yê bi navê Ramazan Demîr ji Rûdawê re got:

“Bi vî awayî pir xweş dibe. Zarok pê teşwîq dibin. Em dixwazin tiştên wiha dewam bikin. “

Mamosteyê dersê Kurdî Erdogan Alparslan jî li ser xelatkirina zarokan got:

Êdî ji vir û pê de Kurdî ji bo wan ne tenê zimanê malê ye, ji bo wan êdî zimanê bazarê ye.

Daneyên wê hene. Ev ji bo wan dibe motîvasyoneke mezin.

Êdî dersa Kurdî zêdetir tê tercîhkirin û zêdetir tê hilbijartin.”

Par ji ber erdheja 6ê sibatê ku 11 bajaran li xwe girtibû, tablet li zarokan nehatibûn belavkirin.

 Sal bi sal hem hejmara zarokên ku Kurdî hildibijêrin û hem jî hejmara tabletên ku têne belavkirin zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst