Li Bedlîsê qeza: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusek wergeriya, kesek mir û 11 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, mînîbuseke ku ji Dîlokê ber bi Wanê ve diçû li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ji rê derketiye û wergeriya ye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku 11 kesên birîndar ji nav mînîbûsê hatine rizgarkirin.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.