Li Çiyayê Cûdiyê Pilingê Kurdistanê û keftar hatin hemberî hev

Hewlêr (Rûdaw) - Kamerayên termal ên ku li Çiyayê Cûdiyê yê Şirnexê hatine bicihkirin, kêliyên ku Pilingê Kurdistanê û keftar hatin hemberî hev hatin girtin.

Li Ciyayê Cûdiyê Pilingên Kurdistanê yên ku kêm tên dîtin û keftarê ku cureyê wî li ber jinavçûnê ye hatin hemberî hev.

Di dîmenan de tê dîtin ku piling derketiye cihekî bilind û di pozîsyona êrişê de li keftar dinêre.

Herwiha di dîmenekî din ê ku ji aliyê kamerayê ve hatiye girtin de, tê dîtin ku 3 segav ber bi avê ve diçin û di nav avê de avjeniyê dikin.

Qeymeqemê Silopiyayê Cîhat Koç di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirinek kir.

Cîhat Koç da zanîn ku ew dîmen ji aliyê kamerayên termal ên hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.

Herwiha Cîhat Koç amaje bi wê yekê kir ku ev cara yekem e ku li welêt Parsê Anatolyayê (Pilingê Kurdistanê) û keftar di dîmenekî de tên girtin.

Di dîmenên kamerayên termal de Pilingê Kurdistanê û keftar di heman dîmenî de tên dîtin.