Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Gulanê serhildana azadiyê bû

26-05-2024
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Şoreşa Gulanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Şoreşa Gulanê serhildana miletekî ya ji bo azadiyê bû.

Nêçîrvan Barzanî bi mebesta 48 saliya Şoreşa Gulanê îro peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Em îro 48. salvegera Şoreşa Gulanê bi bîr tînin, em bejna xwe li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin û wan bi rêzdarî bibîr tînin.

Silav li hemû Pêşmerge, kadro û hemû wan qehreman û mêrxasên ku bi her şêweyekî di nava refên şoreşê de xebat kirine.

Şoreşa Gulanê serhildaneke birûmet a miletekî bû ku amade bû canê xwe ji bo azadî û serfiraziyê feda bike.

Di Şoreşa Gulanê de gelê Kurdistanê îspat kir ku ew ti carî serî natewîne û peyam û armanca Şoreşa Mezin a Îlonê ya bi rêbertiya Barzaniyê Nemir heta serkeftinê dîdomîne”

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe jî de da zanîn ku ew tekeziyê li ser xebat û hevtêgihiştin û bihevrebûnê dikin ku niha û paşerojeke baştir ji gelê Kurdistanê re misoger bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst