Li Amedê ciwanek bi birîndarî hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezan a Amedê ciwanekî 22 salî yê bi navê Muhammed bi awayekî ji serê xwe û milê xwe birîndar bûyî di mala xwe de hat dîtin.
Derbarê bûyerê de keçeke 16 salî ya tê gotin evîndara wî bûye hat desteserkirin.
Demjimêrên êvara îro li Taxa Mevlana Halit a Rezanê di qata 7an a avahiyeke 8 qatî de, ciwanê bi navê Muhammed V. yê 22 salî di mala xwe de bi awayekî birîndar bûyî hat dîtin.
Li gor agahiyan gule li ser û milê Muhammed hatiye xistin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê ciwanê birîndar veguhast nexweşxaneyê.
Tê gotin ku metirsî li ser jiyana Muhammed heye.
Derbarê bûyerê de keçek bi navê M.A, ya 16 salî ku tê gotin evîndara Muhammed bûye ji aliyê polîsan ve hat destesekirin.