Ji bo 10 parêzgehan hişyarî: 'Tedbîrên pêwîst wergirin'

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ragihand ku li 10 parêzgehan dê baraneke gur bibare û li Çewlîg, Mûş û Bedlîsê jî egera lehiyê heye.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li seranserê wî welatî û li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê barana gur dibare.

Saziya Keşnasiyê hişyarî da ku divê ji bo egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Hat ragihandin ku li seranserê Tirkiyeyê baran dibare û li çend cihên bilind ên parêzgehên Bakurê Kurdistanê teyrok û berf jî dibare.

Şeva borî li parêzgehên Îdir, Riha û Agiriyê jî baraneke zêde bariya û lehî rabû.

Di encama lehiyê de zerer gehiştiye zeviyên çandiniyê, rê û pir û mal û dikanên welatiyan.