Li Dêrsimê 2 kes li çiyê winda bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pilemûriyê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji bo 2 kesên ku ji bo berhevkirina kivarkan çûbûn çiyê û winda bûbûn, lêgerîn hat destpêkirin.

Du kesên bi navê Huseyîn Gunduz û Muslum Îpek ên ku duh ji bo komkirina kivarkan çûbûn herêma Koyê Bagirê yê navçeya Pilemûriyê, piştî ku agahî ji wan nehat wergirtin, xizmên wan li Navenda Banga Bilez geriyan.

Li ser agahdarkirinê AFAD, cendirme, tîmên tenduristî û Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzurê bo herêmê hatin şandin.

Tîmên ku li qadê bi awayekî koordîneyî dixebitin xwe gihandin otomobîla 2 kesên ku winda bûn.

Ji bo dîtina herdu kesên wendayî xebatên lêgerînê li herêmê dewam dikin.