Li Mûşê lehî rabû û bû sedema ziraran

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê lehî rabû û di encamê de xaniyek hilweşiya û 6 mal jî di bin avê de man.

Li gor agahiyan, roja Pêncşemê 25ê Gulana 2023an li gundê Orginos ku 20 kîlometre dûrî navenda parêzgeha Mûşê ye, ji ber barana zêde ava çem bi ser de çûye û li gund xaniyeke hilweşiyaye û 6 mal jî di bin avê de mane.

Herwiha ji ber lehiyê zirar li otomobîlekê û zeviyên çandiniyê jî bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê û agirvemirandinê çûne gund û dest bi kar û xebatên paqijkirinê kirine.

Heman rojê li parêzgeha Enqerê ya Tirkiyê jî lehî çêbûye û Saziya Keşnasî ya Tirkiyê bo dema 2 rojan hişyarî daye ku tedbîrên pêwîst werbigrin.