Li Erzeromê şivanê ku birûskê lê da canê xwe ji dest da

26-05-2023
RÛDAW
Nîşan Erzerom Birûsk Yalçin Sumbul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çadê ya ser bi parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê ve doh bi şev 25ê Gulanê brûskê li şivanekî da û di encamê de şivan canê xwe ji dest da.

Li gundê Lekzî yê Çadê, dema Yalçin Sumbulê 18 salî pezê xwe diçêrand brûskê lê da. Di encama lêdana brûskê de Sumbul li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Termê Yalçin Sumbul ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çadê hat veguhestin.

Li hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê roja 25ê Gulanê baraneke zêde bariya û li hinek cihan lehî rabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst