Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em guhertinên di projeyasaya budceya Iraqê de qebûl nakin

26-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Projeyasaya Budceya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser guhertina madeyên 13 û 14 yên projeyasaya budceya Iraqê ji aliyê çend endamên komîteyê ve daxuyaniyek belav kir û got, “Em bi ti awayî vê zilm û binpêkirina mafên gelê Kurdistanê qebûl nakin.”

Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê roja Pêncşemê bi guhertina madeyên 13 û 14 ya projeyasaya budceyê ku girêdayî pişka Herêma Kurdistanê ne pesend kir û çend endamên Kurd ên komîteyê ji civînê derketin. Guhertinên her du madeyan ew bûn ku ji aliyê endamên Şîe yên komîteyê ve hatibûn pêşkeşkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Înê 26ê Gulana 2023an di daxuyaniyeke li ser wan guherînan de ragihand, ji bilî rêkeftina ku bi Hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî re hatiye kirin, ew ti biryarên din qebûl nakin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku “ew guhertin ji aliyê çend endamên Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ve li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin” û dibêje, “Biryar ne destûrî ne û li dijî rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ne, her wiha li dijî prensîpên rêkeftina di navbera hikûmeta rêveberiya dewletê û bernameya kabîneyê de ne ku di Encûmena Nûneran de deng li ser hate dayîn.”

Dayîna mûçeyan, nehîştina derxistina petrola Kerkûkê û Neynewayê, derfetdayîna parêzgehên Herêma Kurdistanê ku pişkên xwe ji Bexdayê werbigirin, guhertinên herî berçav ên di madeyên girêdayî pişka Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya Iraqê de hatine kirin, ji xeynî neçarkirina Herêma Kurdistanê bi radestkirina neftê ji bo SOMOyê ku di qada navxwe de bikar bîne û rêveberiya hevbeş a deriyên sînorî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst