Nêçîrvan Barzanî banga yekrêziya aliyên siyasî û çareserkirina pirsgirêkan dike

26-05-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Şoreşa Gulanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera Şoreşa Gulanê de banga yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan kir.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro Înê 26ê Gulana 2023an ji bo 47emîn salvegera Şoreşa Gulanê peyamek belav kir û tê de daxwaz kir ku ev salveger bibe “havêna yekrêzî û aramiya hemû hêzên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê.”

Barzanî di peyama xwe de got, “Werin em bi hev re ji bo çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina zehmetiyan kar bikin da ku em federalî, destkeft û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêzin û ber bi paşerojeke baştir gav biavêjin.”

Nêçîrvan Barzanî anî ziman, “Ji bo salvegera Şoreşa 26ê Gulanê em şehîd û lehengên ku di wan rojên dijwar û aloz de bûne çirûskên agirê şoreşê û hêviya azadiyê di dilê gelê Kurdistanê de geş kirin bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman, “Şoreşa Gulanê wekî berdewamiya Şoreşa mezin a Îlonê ya bi rêbertiya Barzaniyê Nemir selimand ku tu hêz û bername çiqas mezin be jî nikare îradeya gelê Kurdistanê ya azadiyê bişkîne. Ji ber vê yekê gelê Kurd bi hemû hêza xwe ya fedekariyê di Şoreşa Gulanê de dîsa rabû ser pêyan û di serhildana Adara 1991an de bi hemû hêz û pêkhateyên xwe ve taca serkeftinê bi dest xist.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst