Girtina deriyê Sêmalka-Pêşabûrê bûye sedema bihabûnê li Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî girtina deriyê sînor ê Sêmalka-Pêşabûrê yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de, nirxên keresteyên avakirinê li bazarên Rojavayê Kurdistanê bilind bûne, di dema çemento li van bazaran peyda nabe.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, berî girtina deriyê Sêmalka-Pêşabûrê yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de, nirxê yek ton çîmento bi 91 dolaran bû, lê niha piştî girtina derî yek ton bûye bi 200 dolaran tê firotin.

Hatiye ragihandin, tevî ku nirxê çîmentoyê li bazarên Rojavayê Kurdistanê bilind bûye, bi zehmetî jî peyda dibe.

Piştî girtina deriyê sînorî yê Sêmalka-Pêşabûrê, bihayê hesin jî li Rojavayê Kurdistanê bilind bûye.

Li gor agahiyan, niha bihayê her tonek hesinê avakirinê di navbera 10 heta 20 dolaran de zêde bûye.

Herwiha piştî girtina deriyê Sêmalka-Pêşabûr piraniya keresteyên xwarinê û şînkayî jî li bazarên Rojavayê Kurdistanê bûha bûne.

Roja 20ê Gulanê, deriyê Sêmalka-Pêşabûrê yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê heta demeke ne diyar hat girtin û hatin û çûna di rêya wê deriyê sînorî de bi temamî hat rawestandin.