Li Bakurê Kurdistanê daristanên ji bo xwedîkirina mêşên hingiv têne çandin

26-05-2022
RÛDAW
Li 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 20 daristanên hingiv hatine çêkirin
Li 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 20 daristanên hingiv hatine çêkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê êdî daristanên taybet ji bo xwedîkirina mêşên hingiv têne çandin.

Li 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 20 daristanên taybet ji bo xwedîkirina mêşên hingiv têne çandin ku yek ji wan daristanan li navçeya Şankuş a ser bi parêzgeha Amedê ve ye. Di wê daristanê de bi sedan darên ji cureyên cuda hatine çandin û jîngeheke guncaw ji bo xwedîkirina mêşan û zêdekirina rêjeya hingivê wan hatiye durustkirin.

Armanc ji çandina daran û çêkirina daristanê pêşvebirina mêşvaniyê û zêdekirina berhemê hingiv e. Her bi vê  armancê jî navê daristana hingiv lê hatiye kirin.

Rêveberê Deverê yê Daristanan a Rihayê Mehmet Zekî dibêje: “Armanca daristanên hingiv, piştevaniya mêşvaniyê ye. Armanc ew e ku berhemanîna hingiv bê zêdekirin û dahatek li aboriuya welat zêde bibe. Armanceke din a çêkirina van daristanan berovajîkirina koça ji navçeya me ye.”

Rêveberiya Deverê ya Daristanan a Rihayê li parêzgehên Êlih, Riha, Amed, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn û Semsûrê heta niha 20 daristanên bi vî rengî çêkirine. Îsal wê 7 daristanên din li wan parêzgehan zêde bibin. Li gorî mêşvanan wê ev daristanan rêje û xweşiya hingivê wan zêde bike.

Mêşvan Îmran Balpetek jî got: “Dema ev daristanên hingiv zêde bûn, di warê bazirganî de em bêhtir teşwîqkirin. Berê mêşvanên me 5-10 kewarên mêşan hebûn, lê niha mêşvanê herî biçûk jî 150-200 kewarên mêşan hene. Berê me 4-5 tenekeyên hingiv berhemdianîn, lê niha em 50-60 teneke hingiv berhemtînin.”

Li gor amarên Rêveberiya Deverê ya Daristanan a Rihayê sala derbasbûyî van  20 daristanên hingiv sûd gihandiye 750 kewarên mêşvanên 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û ji wan mêşan jî 4 hezar ton hingiv hatiye berhemanîn. Ew rêveberî pêşbînî dike ku îsal çêkirina 7 daristanên nû,  sûde bigehîne milyonek kewarên mêşvanên van parêzgehan û berhemanîna hingiv jî bo 5 ton zêde bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst