Deriyê Sêmalka- Pêşabûr ji bo seredana Herêma Kurdistanê vedibe

26-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kesên ku dixwazin ji Rojavayê Kurdistanê serdana Herêma Kurdistanê bikin, êdî dikarin bi awayeke online, ji bo derbasbûna deriyê Deriyê Sêmalka- Pêşabûr serlêdana bikin.

Rêveberiya Deriyê Pêşabûr a sînorî ji bo kesên dixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin, serlêdan kir online.

Di daxuyaniya Rêveberiya Deriyê Pêşabûr hate gotin ku  kesên dixwazin seredana kesûkarên xwe, kesên karên wan li konsulxaneyan an li cem rêxistinên mirovî hebin, an dixwazin ji bo dermankirinê werin Herêma Kurdistanê yan ji bo her rewşeke awarte derî ji bo wan vekirî ye, formek heye divê wê formê dagirin.

Rêveberiya Deriyê Pêşabûrê di forma pêşkêşkirina daxwaza serdanê de hejmareke merc danîne, kesên formê tijî bike divê hemû zanyaraiyn kesayetî, wêne û datayan bi rêya email bişîne û temenê wî ne kêmî 18 salan be.

Li gorî Rêveberatiya Deriyê Pêşabûrê, dê di 48 saatan de bersiva wî kesî bê dayîn, eger daxwaz hate qebûlkirin ew dikare were 3 mehan li Kurdistanê bimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst