Îranê 40 sal zindan bi ser endamekî berê yê PDKÎ de sepand

26-05-2021
RÛDAW
Nîşan Îran Kurd PDKÎ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeheke Îranê cezayên 40 sal zindanê li ser girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Hisênî de sepand.

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ragihandiye, dadgehê bi tometa “dijatîkirina xwedê” û “endambûna di Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ) de” ew siza bi ser girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Hisênî de sepandiye.

Li gor heman çavkaniyê, darizandina Mihemed Hisên li Liqa Yek a Dadgeha Şoreşê ya bajarê Mihabadê û bi serokatiya dadwer Cewad Xulamî birêve çûye.

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê herwiha diyar kiriye, “Mihemed Hisênî xelkê bajarê Nexedê yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve ye û sala 2017an piştî cudabûna ji refên PDKÎ bi wergirtina nameya lêborînê ji Supaya Pasdaran, ji Herêma Kurdistanê vegeriyaye Îranê, lê piştî çend mehan hatiye desteserkirin û niha li girtîgehê ye.”

Herwiha amaje bi wê yekê hatiye dan, ku ew girtiyê siyasî yê Kurd bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatiye dûrxistin.

Pêştir bi tometeke hevşêwe, sizayê 40 sal zindanê bi ser girtiyekî din ê siyasî yê Kurd ê bi navê Mihemed Muradî de hatibû sizadan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst