Baydemir: Tirkiye ne dewleta Kurdan e, cografya me Kurdistan e

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û parlamenterê HDPê yê li Rihayê yê berê Osman Baydemir ragihand, ku dewleta Tirkiyeyê nabe dewleteke demokratîk û divê hilweş e.

Osman Baydemir  ji medyaya Brîtanî ya bi navê Telegraf Aktuel re axivî û rexneyên tûnd li dewleta Tirkiyeyê kirin.

Baydemir di vê hevpeyvînê de dibêje, Tirkiye dewleta Kurdan nîne û dewleteke dagîrker e ku rewabûna xwe ji dest daye.

Baydemir tekezî li ser wê yekê kiriye, ku dewleta Tirkiyê naguhere û nabe dewleteke demokratîk û dibêje, bi dehan caran hatiye ceribandin ku dewleta Tirkiyeyê naguhere û nabe komareke demokratîk.

Wî siyasetvanê navdarê Bakurê Kurdistanê herwiha daye xuyakirin, ku li Tirkiyê em rûbirûyê dewleteke zordest û dagîrker dibin ku divê hilweşe û di nava kavilên xwe de winda bibe.

Di berdewamiya axavtinên xwe de, Osman Baydemir destnîşan dike, ku dewlet û parlamentoya Tirkiyeyê ne yên me (Kurd) ne û tekez dike, “divê em vegerin ser koka xwe.”

Baydemir  amaje bi wê yekê dike, ku ti rewatiya dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê nemaye û dibêje, “li Amedê rewatiya wê dewletê bi dawî bûye, ji ber ku sindoq ji holê rakirine. Ev dewlet li wê derê dewleteke dagîrker e, dewleteke kolonyal e.”

Osman Baydemir amaje bi hewlên Kurdan jibo demokratîkirina Tirkiyê û bê encambûna wan hewlan dike û ji ber wê rexne li siyaseta tevgera siyasî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê digire û dibêje, “me daye pey demokratîkirina wê dewletê, em temamê hêz û taqeta xwe ji bo tiştekî ku nabe, serf dikin.”

Baydemir ragihandiye: “Pêwîst e em li xwe xwedî derkevin, divê em xwe biparêzin, divê em vegerin ser koka xwe. Ewder (parlamento) mixabin êdî ji me re ti feydeya wê nîne.”

Siyasetvanê Kurd, Osman Baydemir di beşeke din a axavtina xwe de tekezî li ser wê yekê dike, ku Kurd xwediyê cografiyaya xwe ne û wiha dibêje: “Divê em bi awayekî zelal û vekirî biaxivin, cografyayeke min heye, navê wê jî Kurdistan e. Ez netewek im, şerê faşîstên kemalîst, şerê faşîstên îslamîst bi min çi, bo cehenemê. Hûn herdu jî bo cehenemê. Stenbola we, Enqereya we û Îzmîra we ji min re çi!

Divê em bi aşkere bêjin, ev dewlet dewleta min nîne. Ez nabêjim ji bo wê yekê hêza me heye. Ez dizanim ku hêza me nagihe wê yekê. Hêza me nagihe wan, lê hêza me têra me dike, em nebin beşek ji lîstokên wan.”

Baydemir  dibêje, divê Kurd bingeha cîrantiyê ligel Tirkiyeyê deynin û hêdî hêdî dema wê yekê hatiye.