Parêzera Kurd Suhêyla Hîcab li Tehran hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzera Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê, Suhêyla Hîcab ku pêştir cezayê 18 sal zindanîkirinê bi ser de hatiye sepandin, Li Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê yê Îranê ve hat girtin û bo girtîgehê hat şandin.

Li gor Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan, parêzer û çalakvana Kurd Suhêyla Hîcab roja Şemî 23ê Gulanê bo liqa 3 a Dadgeha Pêdeçûnê ya Tehranê hatibû vexwandin û piştî civîna dadgehê ku têde cezayê 18 sal zindanîkirinê bi ser wê de hat piştrastkirin, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îran ve hatiye girtin.

Heman çavkaniyê diyar kir, “piştî girtinê Suhêyla Hîcab bo benda jinan a Zindana Qerçek a Weramînê hatiye şandin û li wê derê girtî ye.”

Suhêyla Hîcab xelka parêzgeha Kirmaşanê ye û di 18 Adara 2020an de liqa 28 a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi serokatiya dadwer Mihemed Moqîse, bi tometên weke propaganda li dijî rejîmê, lidarxistina civînên ne yasayî, derxistina aloziyan û têkdana raya giştî, daxwaza guhertina destûra Îranê û lidarxistina referandomê,  cezayê 18 sal zindanîkirinê bi ser sepandibû.

Ew parêzera Kurd pêştir di 6ê June 2019 de ji aliyê hêzên Îtilaata Supaya Pasdaran ve hatibû desteserkirin û piştî 8 mehan ji zindanîkirinê di 14ê Adara 2020an de bi danîna 3 milyar tûmenan wek rehîneya dadî, bi awayekê demkî hatibû berdan.