Du sembolên aştiyê dixwazin ezmûna Afrîkaya Başûr veguhezînin Tirkiyê

Amed (Rûdaw) - Du sembolên aştiyê ku berê du dujminên hev bûn, niha welat bi welat konferansên aştiyê saz dikin û dixwazin ezmûna Afrîkaya Başûr veguhezînin Tirkiyê.

 

Yek ji wan berê wezîrê berevaniyê û yek jê jî serkêşê rêxistina çekdarî ya Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê bû. Qet ji hev hez nedikirin û li ku hev dîtibana dê hev bikuştina. Lê rojek maseya aştiyê av kirin û aştiyeke mayînde anîn Başûrê Afrîkayê.

 

Li ser pirsa peyamnerê Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak a “Di destûra Afrîkaya Başûr de hatiye nivîsandin ku welatiyên Afrîkaya Başûr bi rabirdûya xwe şanazî nakin, ev tê çi wateyê û gelo we karî vê ramanê di nav gel de bi cih bikin?

 

” Serokê Desteya Muzakereyê ya Başûrê Afrîkayê ji Partiya Neteweyî Roelf Meyer ji Rûdawê re got: “Birastî dibe ku rabirdû ne xweş be, rabirdûyeke me ya dûr û dirêj bû, lê bi çi awayî be em li ser wê zal bûn û me destûrek pêk anî, em hemû hatin cem hev û li ser maseyekê civiyan.”

 

Roelf Meyer  wiha axivî: “Ez di wê baweriyê de me ku waneya mezin ku divê em fêr bin, di navbera partiya mezin a rejîmê û partiya niştimanî ya Afrîkayê de diyalog hat encamdan û encama wê diyalogê çêbû ku danûstandin hatin kirin, herî dawî jî gihiştin wê encamê ku di navbera partiyan de aştî pêk were. Lê em bi awayekî berfirehtir li ser destûrê pêk hatin û ev destûr jî giringiya wê hebû ji bo hemû Afrîkaya Başûr, vê şeş salan ajot, me herî dawî me destûrek çêkir ji bo hemû welat. Niha jî hinek nakokî berdewam in, pêwîst e em ji rabirdû van tiştan fêr bibin.

 

Roelf Meyer li ser pirsa Di sala 2017an de li Başûrê Kurdistanê referandumekî pêk hat, xelk ji sedî 93 got em serxwebûnê dixwazin, gelo haya wan ji van pêşveçûnên Başûrê Kurdistanê heye?” jî got: “Em hinek dizanin, hûn bi xwe jî zanin em hinek dûr in ji Herêma Kurdistanê, haya me ji daxwazên Başûrê Kurdistanê heye, em piştgiriya hemû mafên nivîsandina çarenivîsa xwe dikin ji bo gelan. Em di wê baweriyê de ne ku giring e bi awayekî baş gotûbêj werin encamdan. Piştre ev pirsgirêk bi awayê gotûbêj werin çareserkirin  û em dixwazin li gel civakên din ên Kurdî biaxivin û hemû dersên rabirdû bi wan re parve bikin û bi wan re biaxivin, diyalogeke vekirî li gel wan encam bidin, li gor min ev gelek giring e.”

 

Serokê Desteya Muzakereyê ya Başûrê Afrîkayê ji Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê Muhamed Bhabha li ser pirsa “Gelo fikr û ramanên Nelson Mandela di qonaxa nivîsandina destûra nû de çi qas bador kir?” wiha axivî: “Ev ruh û hewldanên Nelson Mandela bû, ev bi serkirdetiya wî bû, ji ber ku ev ruh zêdetir di wî de hebû, tiştê ku di mejiyê me de hişt ew e ku pêwîs nake mirov her dem ji bo berjewendiyên xwe bixebite, divê ji bo pêşvebirina welat bixebite.

 

Muhamed Bhabha pirsa “Tirkiye xwestibû xelata Ataturk bide Nelson Mandela, lê Nelson Mandela bi hinceta ku Tirkiye zordarî li Kurdan kiriye, ev xelat red kir, nêrîna we li ser vê mijarê çi ye?” wiha bersivand: “Hewldan û daxwazên Kurdan, wê demê û niha jî, yek ji daxwaza gelê Afrîkaya Başûr e. Birastî dema Nelson Mandela ew xelat red kir ez tûşî şok nebûm, ji ber ku Nelson Mandela her dem hewl dida û piştgiriya nirxên mirovahiyê dikir, ku divê mirov wekhev bin.”

 

Bhabha ser mijara ji bo çareseriya pirsa Kurd, gelo Tirkiye dikare çawa ji ezmûna we sûd werbigre jî got: “Dersên ku em ji rewşa Afrîkaya Başûr fêr bûn, ji wî şer û pevçûna ku serî hildabû, divê partiyên siyasî danûstandinê bi hev re bikin û bi ser tirsên her yekî de zal bin, dema me karî diyalogên rasterast bi hev re encam bidin, wê demê dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin.”