Hikûmeta Kurdistanê 4 helîkopter ji Duhokê re şandin

Duhok (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 helîkopter ji parêzgeha Duhokê re dabîn kir.

 

Duh pêncşembiyê 25ê Gulanê hevdem li gel bîranîna salvegera bûna Duhokê bi parêzgeh, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 helîkopter pêşkêşî Rêveberiya Paêrzgeha Duhokê kir.

 

Rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjin, bi aramnca kontrolkirina rewşa ewlehiya parêzgehê û herwiha ji bo ku polîs bi awayekê bilez bigihîje cihên bûyeran, wan ew helîkopter dabîn kirine.

 

Her 4 helîkopter ji aliyê çar firokevanên Kurd ji Hewlêrê ve ber bi Duhokê ve hatin veguhastin.

 

Bi dabînkirina wan helîkopteran, 3 parêzgehên Herêma Kurdistanê bûne xwediyê helîkopterên xwe.

 

Niha li parêzgeha Hewlêrê zêdetirî 10 helîkopter, li Silêmaniyê 5 helîkopter û li Duhokê jî 5 helîkopter hene.

 

Helîkopterên ku hatine dabînkirin, ji corê MD 530 û helîkopterên amerîkî ne û zêdetir bo operasyonên biçûk tên bikarbirin. Ew helîkopter di karên weke hawarhatin, agirvemirandin û çavdêriya hatinûçûn û karên polîsê de tên bikarbirin.

 

Herêma Kurdistanê niha xwediyê 20 helîkopterên taybet bi wan kar û erkan e û 40 firokevan jî bo firandina wan hatine perwerdekirin.