Çîroka keça Kurd a Êzidî li Reqayê - ‘Îro 4 caran ez hatim firotin’

Dihok (Rûdaw) – Keça Kurd a Êzidî ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, behsa serpêhatiyên xwe û xwîşkên xwe, dema ku di destê DAIŞê de êxsîr bûn, dike.

 

Piştî êrişên DAIŞê bo ser sînorê Şingal û deverên din ên Kurdistanî, jibilî kuştina bi hezaran Kurdên Êzidî ji aliyê wê rêxistinê ve, bi hezaran keç û jinên Kurd ên Êzidî jî bi êxsîrî ketin destê çekdarên DAIŞê.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl û herwiha çend rêxistinên navdewletî hewla rizgarkirina wan keç û jinên Kurd ên Êzidî didin, ku di destê de DAIŞê de êxsîr in. Herwiha hinek ji wan jî bi xwe hewla rizgarkirina xwe didin û piştî ku digîhjin cihên ewle yên di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de, behsa serpêhatiyên xwe di bin destê DAIŞê de dikin.

 

Henîfa keçek din a Kurd a Êzidî ye, ku ji nû ve ji destê DAIŞê rizgar bûye û behsa serpêhatiyên xwe û dema dîlbûna xwe di destê çekdarên wê rêxistinê de dike.

 

Henîfa bi bihîstina navê Reqayê pir hêrs dibe, ji ber ku gelek tiştên nexweş bi ser wê de hatine. Ew keça Kurd a Êzidî dibêje: “Dema em navê Reqayê dibihîsin, em gelek hêrs dibin, ji ber ku gelek tiştên xirab bi serê me de anîn. Keç û jinên me bêstar kirin. Zarok ji me veqetandin.”

 

Henîfa dibêje, 3 xwîşkên wê hêj di destê çekdarên DAIŞê de êxsîr mane.

 

Wê çeka Kurd a Êzidî herwiha da xuyakirin, ku wê zanyarî bi dest xistine ku her 3 xwîşkên wê hêj sax in û li bajarên Reqa û Dêra Zorê yên Sûriyê ne.

 

Henîfa behsa wê yekê kir, ku yek ji xwîşkên wê biçûk e û wê bi xwe ew xwîşka xwe mezin kiriye û ji ber wê bi navê Mama (Dayikê) bangî wê kiriye. Li gor gotina Henîfayê heyamek berê wê bi xwîşka xwe ya biçik re bi telefonê re axiviye û zanyarî jê wergirtine.

 

Henîfa wiha got: “Wê ji min re got, em niha li Reqayê ne. Ji min re got, Mama ez îro 4 caran hatime firotin.”

 

DIAŞê di meha Tebax a 2014ê de êrişî devera Şingalê kir û di 3ê Tebaxê de Şingal bi timamî dagîr kir. Di êrişên DAIŞê de, li Şingalê û deverên derdora wê 6 hezar û 386 keç û jin wek êxsîr (dîl) ketin destê wê rêxistinê, ku heta niha 2 hezar û 587 ji wan hatine rizgarkirin.