YPS: Em ji Nisêbînê vekişiyan!

26-05-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) ragihand ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê, wan hêzên xwe vekişandin.

 

Koordînasyona Giştî ya YPSê di daxuyaniyeke de ragihand, wan ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê, hêzên xwe vekişandin û ji bo sivîl neyên qetilkirin divê demildest tevger çêbibe.


YPSê diyar kir ku hêzên xwe yên çekdar ji Nisêbînê kişandine, ev bang kir: “Ji bo garantîkirina jiyana dayik û zarokên sivîl û bê parastin ên li Nisêbînê, divê demildest liv û tevger çêbibe, em banga xwedîderketina van mirovên xwe dikin.”


Di da daxuyaniya YPSê de wiha hat gotin: “Niha li bajarê Nisêbînê ti yekîneyên me yên çekdar nemane. Ji ber vê jî êdî hincetên ku dewleta AKPê bajar hê zêdetir hilweşîne jî ji holê rabûye. Ji vê saetê û şûn de her guleyek ku hêzên dewleta Tirk wê bavêje Nisêbînê, tê wateya davêje mirovên bêçek-sivîl. Ji ber ku li qadê ti kesên çekdar nemane.


Bi vê ve girêdayî, li Taxa Alîka (Tûnç) dayik û zarokên sivîl hene. Bi wan re hin birîndarên ku ji ciwanên xwecihî û sivîl jî hene. Jiyana van mirovên bêçek niha di bin xeteriyê de ye. Ji bo parastina mafê jiyanê ya van mirovên sivîl-bêçek ên li Taxa Alîkayê ketina dewrê, wek wezîfeyek mirovahiyê ya tevahî saziyên mafên mirovan, tevahî hêzên demokrasiyê ketiye rojevê.”


Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji 14ê Adarê ve qedexeya çûn û hatinê hatiye ragihandin.  Di navbera hêzen YPS û leşkerên Tirkiyeyê de şer û pevçûn berdewam in.


120 hezar kes ji tirsa şer û pevçûnan ji Nisêbînê koçber bûne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst