KOBANÎ – 3 şehîd

 

Pirsûs / Kobanî (Rûdaw) – Li bajarê Kobanî di encama teqîna mayîneke de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

 

Ji ber sedema mayînên rêxistina DAIŞê piştî ku ji Kobanî û gundên wê hatin derxistin, paş xwe hiştin, welatî hêj jiyana xwe ji dest didin.

 

Berpirsê Karên Tenduristiyê yê Kantona Kobanî Dr. Hîkmet Ehmed ji Rûdawe re diyar kir li rojhilata başûrê Kobanî li gundê Kertelê 3 welatiyên sivîl ji ber teqîna mayinek a DAIŞê vedayî şehîd bûn.

 

Dr. Hîkmet Ehmed da zanîn di encama wê teqînê de welatiyên bi navê Rêzan Cimo (22), Reşîd Fadil (25) û Xemed Emîn Hisên (58) jiyana xwe ji dest dane û wiha domand: “Hersê welatî li nêzîk gundê Kertelê di emcama teqîna mayîna DAIŞê de şehîd ketin.”

 

Li bajarê Kobanî û gunedên derdora wê heta niha di emcama teqîna bombe û mayînan de 65 kesan jiyana xwe ji dest dane, 90 kes jî birîndar bûne.”

 

Li bajarê Kobanî Saziya Şêwirmendiya Mayînan a Brîntanyayê, Rêxistina Alîkarî û Perwerdeya Dijî Metirsiya Mayînan a Danimarkayê û Navenda Civakiya Neteweyî ya Amerîkayê dert bi paqijkirina mayîna kirine.