Xwendekarekî Rojava li Zanîngeha Kurdistanê bû berpirs

Hewlêr (Rûdaw)- Bo yekemîn car xwendekarekî kurd ê Rojavayê Kurdistanê karî bibe berpirsê pêwendiyên giştî di Yekîtiya Xwendekarên "Zanîngeha Kurdistan" de.

Duh hilbijartinên Yekîtiya Xwendekaran a Zanîngeha Kurdistan birêve çûn û tê de xwendekarê Rojavayê Kurdistanê, Ehmed Mihemed Emîn ku endazyariya kanzal dixwîne karî di hilbijartinan de biserkeve û bibe berpirsê pêwendiyên giştî di Yekîtiya Xwendekaran de.

Ehmed Mihemed Emîn ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwaze xizmeteke baştir pêşkêşî xwendekaran bike û got ku ewê hewl bide ku alîkariya xwendekarên Rojavayê Kurdistanê jî bike.