Li Îlamê taksî şewitî: 4 kes mirin

26-04-2024
Nîşan Îlam Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê di qezayekê de 4 kes mirin.

Li gorî agahiyan, qezayê şeva borî li ser rêya Dereşar û Bersey Serê rû daye.

Piştî qezayê êgir girtiye taksiyê û her çar kesên tê de şewitîne.

Ajokarê barhilgirê jî birîndar bûye lê birînên wî sivik in.

Rêvebirê Polîsê Trafîkê yê Îlamê Ebulfezl Kehzadî ragihand ku di qezayê de barhilgirek û taksiyek li hev qelibîne.

Li gorî amarên fermî, ji Newrozê heta niha li seranserê Îranê 100 hezar qeza çêbûne.

Di van qezayan de 813 kes mirine û 21 hezar û 441 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst