Li Rihayê operasyona madeyên hişbir: 17 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 17 kesên ku madeyên hişbir bi kar anîne û firotine hatin desteserkirin.

Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê doh li navenda bajêr û navçeyên Sirûc, Kaniya Xezalan û Wêranşarê ji bo girtina bikarhêner û bazirganên madeyên hişbir operasyon li dar xist.

Hêzên ewlehiyê di operasyonê de bi awayekî hevwext bi ser 23 navnîşanan de girt û 17 kes desteser kirin.

Di lêgerîna malan de hinek madeyên hişbir, heb, 2 mêzin û 2 demançe hatin girtin.

Herwiha derbarê 46 gumandaran jî bi tohmeta bikaranîna madeyên hişbir karên yasayî hatin destpêkirin.