Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xafika Sebasetê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 7 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan li ser rêya sereke ya Sêwaz û Erzinganê li nêzîkî gundê Yarhîsarê yê navçeya Xafika Sebaseta Sêwazê 2 otomobîl li hev qelibîn.
Di encama bûyerê de 7 kesên di her du otomobîlan de birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse