Colemêrg - Cenazeyê welatiyê 60 salî ji çem hat derxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê termê welatiyekî 60 salî ku ketibû nav çem hat dîtin.

Li gorî zanyariyan îro li taxa Karşiyakayê ya Colemêrgê lingê Îbrahîm Keskînê 60 salî şemitî û ew ket çem.

Piştî demekê Îbrahîm Keskîn li ber ava çem çû û winda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên pêwendîdar çûn cihê bûyerê û ji bo dîtina Keskîn xebat dan destpêkirin.

Di encama xebatan de cenazeyê Îbrahîm Keskîn 4 kîlometre dûrî cihê ku ketibû çem hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Îbrahîm Keskîn bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.