WAN - 14emîn Pêşangeha Xwarin, Ajeldarî û Çandiniyê dest pê kir

26-04-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Wan Pêşangeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 14emîn Pêşangeha Xwarin, Ajeldarî û Çandiniyê dest pê kir.

Di roja yekem de hejmareke zêde ya kompanya, ajeldar û cotkarên Wanê û navçeyên wê beşdar bûn.

Beşdaran li pêşangehê hem berhemên xwe firotin hem jî danasîna wan kirin.

Koordînatorê Pêşangehê Veysî Uygun da zanîn:

“Pêşangeha me xizmeta wan kesan dike ku bi çandinî û ajeldariyê re mijûl in.

Pêşangeh ji bo cotkar û berhemhênerên me amûrên çandiniyê traktor, tov, gubre, kelûpelên çandiniyê û hemû teknolojiyan pêşkêş dike.

Pêşangeha Çandiniyê ya Wanê li ser asta Tirkiyeyê jî navdar e û tê zanîn.”

Xelkê parêzgeha Wanê jî eleqeyeke zêde nîşanî pêşangehê da.

Kompanya û aliyên beşdar pêşangehên bi vî rengî wekî derfeteke girîng a ji bo reklam û bazarkirina berhemên xwe dibînin.

“Em gelekî girîngiyê didin festival û pêşangehan”

Seroka Kooparatîfa Jinan a Bipêşxistina Çandiniyê ya Axdamarê Aycan Bayazitê jî anî ziman:

“Ez ligel malbata xwe cotkariyê dikim. Me standa xwe ji bo bazarkirina ew berhemên ku em li kooparatîfa jinan berhem tînin vekir.

Me ligel hevalên xwe bi hevbeşî kooparatîfek vekiriye û em berhemên ku me bi xwe berhem anîne li wê derê difiroşin.

Li navçeya me qadên ku em danasîn û reklama xwe bikin gelekî teng in. Ji ber wê em gelekî girîngiyê didin festival û pêşangehên wiha.”

14emîn Pêşangeha Xwarin, Ajeldarî û Çandiniyê roja pêncşemê dest pê kir û dê 4 rojan berdewam dike.

Îsal bi giştî 85 kompanyayên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beşdar in.

Armanca rêkxerên pêşangehê ew e ku salên pêş kompanya û saziyên derveyî welat jî vexwînin pêşangehê.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Nejdet Takva jî li ser pêşangehê beşdarî bultena Rûdawê re bû:

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst