Li Belarûsê 14 ciwanên Kurd 3 meh in hatine girtin

26-04-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Ciwanên Kurd Belarûs.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 14 ciwanên Kurd ên hewl ku didan xwe bigihînin Ewropayê ev nêzî 3 meh in li Belarûsê tên girtin. Malbata yek ji wan ciwanan dibêje ji 13’ê Sibatê ve tu agahî ji wan wernegirtine.

14 ciwanên Kurd ku ji Herêma Kurdistanê ji bo xwe bigihînin welatên Ewropayê bi rê ketin, herî dawî li Belarûsê asê man.

Nûnerê Komeleya Penaberên Ji Ewropayê Vegerandî Pêşrew Ebdulla ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku hinek ji wan ciwanan di meha Mijdarê de di ser Rûsyayê re xwe gihandine Belarûsê û ji 13’ê Sibatê ve agahî ji wan nayê girtin.

Bavê ciwanê bi navê Hemze Hîdayet ê 19 salî Hîdayet Heme Emîn got “Kurê min herî dawî di 12ê Sibatê de piştî nîvro telefonî min kir û got `Bavo em li daristana li ser sînorê Belarus-Polonya ne.` Wî careke din telefon nekir û ew axavtina wî ya dawî bû.”

Heme Emîn diyar kir ku wan bi balyozxaneya Iraqê ya li Rûsyayê re hevdîtin kirine û ji wan re hatiye gotin, “Em li benda bersiva hikûmeta Belarûsê ne.”

Ebdulrehman Mihemed pismamê Hemze jî got “Ev xort li ser sînor ji aliyê hêzên artêşa Belarûsê ve hatine girtin ji ber ku wê demê li ser sînor kontroleke pir tund hebû. Eger ji aliyê polîsan ve hatibûna girtina, dê mafên wan ên hevdîtinê hebûna lêbelê yasayên artêşê tundtir in.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, Hemze û 13 xortên din ên kurd ji meha Sibatê û vir ve li girtîgeha herêma Brestê ya li başûrê rojavayê Belarusê de tên girtin. Berpirsên Balyozxaneya Rûsyayê ya li Iraqê jî piştrast kirin ku ew ciwan di girtîgehê de ne.

Parlamenterên Kurd jî ji bo azadkirina wan ciwanan bi rêya Wezareta Derve ya Iraqê re bi Belarûsê re di nava pêwendiyê de ne.

Parlamenter Dara Sêkanyanî ji Rûdawê re axivî û got “Balyozxaneya Iraqê ragihand ku wan prosedurên xwe temam kirine û li benda bersiva aliyên din in. Van welatan prosedurên xwe hene. Ew ê bê guman bêne berdan lê ew ê demek dirêj bike.”

Dema vîzeya ciwanên ku bi vîzeya rêwîtiyê çûne Belarusê jî qediyaye. Ji ber wê jî tê çaverêkirin ku Wezareta Derve ya Iraqê pasaportên demkî yên vegerê bide wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst