Îbrahîm Kalin derbarê 'hevdîtina bi Îmraliyê re' daxuyaniyek da

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser parvekirina Selahattîn Demîrtaş ya derbarê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re şandek şandine Îmraliyê Berdevkê Serokkomariya Tikriyê Îbrahîm Kalin got “Ez dixwazim bibêjim ku ev yek bi eşkere û zelalî derew e. Ev îdiayên ku hinek derdor ji bo avantaja siyasî bidest bixin avêtine holê ne.”

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Siyasetmedarê Kurd Selhattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî îdia kir ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan şandek şandiye Îmraliyê.

Demirtaş gotibû “Bi nêrîna we Erdogan bi şandina şandekê bo Îmraliyê çi daxwaz kiriye? Dema tişta ku dixwest bidestnexist xuya ye ku dest bi tawanbarkirina me hemûyan bi hevkariya `terorê` kiriye.”

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin îro daxuyanî da û tê de diyar kir ku ev îdia ne rast e.

Kalin got “Duh îdiayên ku bi `Îramliyê re hevdîtin pêk hatiye` avêtin rastê. Ez dixwazim bibêjim ku ev yek bi eşkere û zelalî derew e. Ev îdiayên ku hinek derdor ji bo avantaja siyasî bidest bixin avêtine holê ne. Li vir ne pêkan e ku ew bigihin encamekê, hevdîtineke wiha çênebûye.”