Li Başûrê Kurdistanê erdhej

Hewlêr (Rûdaw) – Li qezaya Xaneqînê ya Başûrê Kurdistanê îro erdhejek bi hêza 4.1 pileyê rîxter çêbû.

Rêveberê Keşnasî û Erdhejê yê Silêmaniyê, Aso Kemal ji Rûdawê re got: Hêza erdhejê 4.1 pileyê rîxter bûye û di 15 kîlometriya kûrahiya erdê de li sînorê navbera Iraq û Îranê û li nêzîk Xaneqînê çêbûye.

Pisporê keşnasî û erdhejê Mihemed Kemal jî ku niştecihê devera Germiyan a Silêmaniyê ye, ji Rûdawê re got, navenda erdhejê gundê Dare Xurma ye ku 17 kîlometran ji navenda qezaya Xaneqînê dûr e.

Mihemed Kemal da zanîn ku erdhej di nava welatiyan de bûye sedema tirs û xofê û kesên di apartmanan de dijîn malên xwe terikandine.

Xaneqîn navçeyeke Başûrê Kurdistanê ye ku dikeve derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û di warê îdarî de ser bi parêzgeha Diyale ya Iraqê ve ye. Piraniya niştecihên Xaneqînê Kurd û li ser mezhebê Şîe ne.