Serdana Mark Milley a ji bo Rojavayê Kurdistanê karvedanên cuda bi xwe re anîn

Hewlêr (Rûdaw) - Hevdem ligel serdana 54 rojî ya serokê Desteya Serokerkaniya Hevbeş a Amerîkayê Mark Milley ji bo navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firat ên li jêr kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk, nerîn û şiroveyên cuda derdikevin. 

Li gorî hin zanyariyên ku hatine bidestxistin, Milley hejmarekê ji biryaran bi xwe re hildigire ji bo wan wanveçyan. Hin ji wan biryaran girêdayî straktûra Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê û Rêveberiya Xweser in û hin jî girêdayî rêkeftinên petrol û xazê ne, di navbera HSDê û kompanyayên Amerîkî de, weke ku hin şirovekar û çavkanî behs dikin.

Akademîsyenê Kurd ê li Washingtonê, Mehmûd Ebbas, vî corî ji serdanan girîng û stratejîk dibîne.

Akademîsyen û şirovekarê siyasî Mehmûd Ebbas anî ziman, “Ez bawer dikim ev guhdana zêde, meyzandina giran, ku kesekî weke jeneral Mark Milley bê Rojavayê Kurdistanê, dide xuyakirin ku pareyekî stratejî yê gelekî girîng e, lewma ez dibînim ku di dema bê de, giranbûna wê ya leşkerî li Rojavayê Kurdistanê, berfirehtir û xurtir bibe, ev yek jî wê bibe deriyek ji bo têkiliyine nû, yên siyasî û abûrî, bi Rojavayê Kurdistanê re bêne danîn. Ez dûr nabînim ku Amerîka dibe karekî bike, çi yekser çi jî ne yekser be, ku li ser asta navdewletî, danpêdaneke siyasî bi Rojavayê Kurdistanê bê kirin, ev yek jî hinek kar jê re tê kirin. Ez bawer dikim Amerîka wê kar li ser vê yekê bike, dema ku stratejyaya xwe ya leşkerî berfirehtir bike ji wê yekê ku tenê şerê DAIŞê dike.”

Akademîsyen û şirovekarê siyasî Mehmûd Ebbas dibîne ku gaveke wiha ji berjewendiya navçeyên Rojavayê Kurdistanê ye, bi taybetî di warê abûrî û rêveberî de.

Akademîsyen û şirovekarê siyasî Mehmûd Ebbas got, “Di bingeha xwe de, petrol ne petrola Sûriyê ye, petrol ya Kurdistanê ye, petrola miletê Kurd e. Petrol û xaz di cografyaya Kurdistanê de ne. Lewma ez dibînim, problem ne tenê girêdayî petrolê ye, ez bawer dikim, kompanyayên ku têkevin vê çarçoveyê de, wê têkiliyine abûrî ligel herêma Kurdistanê (Rojavayê Kurdistanê) re bikin, di warê avakirina wê de jî, ji ber ku zeviya Kurdistanê têr e û ne tenê bi petrol û xazê, lê belê gelek tiştên din hene, weke ku didine xuyakirin, Sûriye li ser pişta cografyaya Kurdistanê ya Rojavayê Kurdistanê tê avakirin, êdî dema ev têkilî bêne kirin û ev gav bêne avêtin, ez bawer dikim di vê stratejyayê de pêwîst e Amerîka lê meyzêne ku hinek guhertinan têxe Rêveberiya Xweser û Hêzên HSDê de jî.”

Derbarê pirsa wê petrolê jî, hinek çavdêr dibînin, li gorî hevtêgihiştinên ku di vê çarçoveyê de dibin, tê pêşbînîkirin rojane 10 hezar bermîl petrola xav ji navçeyên Rojavayê Kurdistanê, bêne hinardekirin bo navçeyên hikûmeta Sûriyê, li beramber 200 bermîl petrola parzûnkirî ku li HSDê bê vegerandin. Wiha jî, tê pêşbînîkirin, li gorî rêkeftina nû, di navbera kompanyayên Amerîkî û HSDê de, qebareya berhemanîna petrolê li wan navçeyan, bigihêje 400 hezar bermîlê rojane.