Li Silêmaniyê mîn bi kesekî de teqiya

26-04-2023
RÛDAW
Nîşan Mîn Pêncwên
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pêncwên a Silêmaniyê di encama teqîna mînekê de welatiyekî canê xwe ji dest da. Serokê Dezgeha Mînan a Silêmaniyê ragihand ku kesekî din jî pê re bûye û ew rizgar bûye.

Serokê Dezgeha Mînan a Silêmaniyê Muhsîn Şêx Ebdulkerîm îro Çarşemê 26ê Nîsana 2023an ji Rûdawê re got, “Du welatiyên ku diyar e ji bo berhevkirina gihayên biharê çûne serê çiyê, di encama teqîna mînekê de li nêzîkî Pêncwênê yekî ji wan canê xwe ji dest daye û yê din jî bi silametî rizgar bûye.”

Bûyer îro piştî nîvro pêk hat, Muhsîn Şêx Ebdulkerîm da zanîn ku ji bo rakirina cenazeyê wan tîmek şandiye cihê bûyerê.

Qaymeqamê Pêncwênê Zana Rehman jî li ser bûyerê ji Rûdawê re ragihand, navê kesê ku canê xwe ji dest daye Cemal Ehmed e û di sala 1965an de ji dayîk bûye.

Roja 11ê Nîsana 2023an li nahyeya Tewêle ya ser bi herêma Hewramanê di encama bûyereke bi heman rengî de welatiyekî canê xwe ji dest dabû û welatiyek jî birîndar bibû.

Li gorî Dezgeha Mînan a Herêma Kurdistanê, di sala 1992an de Hikûmeta Herêma Kurdistanê lêkolîneke giştî li ser navçeyên mînkirî pêk anî û di encamê de derketiye holê ku 776 kîlometre çargoşe ji xaka Herêma Kurdistanê bi mîn û bermahiyên şer gemarî bûye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi alîkariya rêxistinên navdewletî û hevkarên bernameya mînan heta niha 521 kîlometre çargoşe erd paqij kiriye û hîn li 255 kîlometre çargoşe erd jî mîn û bermahiyên şer hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst