126 kesên ku li 20 bajaran hatin desteserkirin ji bo Amedê hatin veguhestin

26-04-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 126 siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermendên ku doh 25ê Nîsanê li 20 parêzgehan hatibûn desteserkirin ji bo Amed a Bakurê Kurdistanê hatin veguhestin.

Roja 25ê Nîsanê li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, polîsan bi ser gelek malan de girtin û zêdetirî 100 kesên siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend desteser kirin. Operasyon di çarçoveya Serdozgeriya Amedê de hat kirin û di nav kesên desteserkirî de 25 parêzer hene.

Serdozgeriyê ji bo kesên desteserkirî û dosyeyê biryara qedexekirina hevdîtina parêzer û nihênîbûnê dabû. Biryara qedexekirina hevdîtina parêzeran pişt 24 demjimêran hat rakirin lê biryara sînordarkirina gihîştina naveroka dosyeyê û nihênîbûnê berdewam e.

Di çarçoveya operasyonê de tevî Amedê li 21 bajaran 126 kes hatibûn desteserkirin. Kesên li 20 bajarên din jî hatin desteserkirin bo Amedê hatin veguhestin. Dê darizandina 126 kesan li Amedê birêve biçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst