Hewlêr: Malbata ciwanê Efrînî daxwaza eşkerekirina sedema mirina kurê xwe dike

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanê ji Efrînê Hemze Ebdilqadir ê 35 salî li ser rêya 150 ya Hewlêrê di bûyereke ne zelal de birîndar bibû û piştre li nexweşxaneyeke Hewlêrê canê xwe ji dest dabû. Malbata wî ciwanî dibêjin, ew heta niha nizanin Hemze çawa birîndar bûye û canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan, şeva 18ê Nîsana 2023an welatiyek ciwanê Efrînî Hemze Ebdulqadir bi birîndarî li ser rêya 150 ya Hewlêrê dibîne û wî digihîne nexweşxaneyeke bajêr lê piştî 5 rojan Hemze li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dide.

Pismamê Hemze, Selah Hecî ji Rûdawê re ragihand, “Ti zanyariyên durist nedane me, gotin piştî veşartinê werin, em ê zanyariyan bidin we. Ew ji milê xwe yê rastê û ji lingên xwe birîndar bû.”

Hemze dema 5 salan bûye ku ji Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hatibû Herêma Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê bicih bibû û di kafetryayekê de dixebitî.

Malbat û xizmên Hemze, ji mirina wî bi guman in. Malbata Hemze dibêjin, ew heta niha nizanin wî çawa canê xwe ji dest daye lê cihê birînan li ser laşê wî hebûn.

Hevjîna Hemze dibêje, wî li kafteryayeke Hewlêrê kar dikir, demijmêr 7:30 êvarê çûye kar û piştre telefon ji wan re hatiye û gotine ku hevjînê wê li nexweşxaneyê ye.

Hevjîna Hemze, Mizgîn Mehmûd ji Rûdawê re got, “Di demjimêr 07:30an de ji mal derket û tiştekî xwe nebû. Ji bo çûyîna kar derket. Di demjimêr 10:00an de birayê min hat, telefona wî kir û yekî bersiv da û di nexweşxaneyê de ye.”

Dayik û bavê Hemze mirine û xwişk û birayên wî jî li Rojavayê Kurdistanê dijîn. Duh Sêşemê di merasimekê de cenazeyê wî li gundê Gezne yê Hewlêrê hat veşartin.

Rûdawê têkildarî bûyera birîndarbûn û mirina wî ciwanê Efrînî peywendî bi Polîsê Hewlêrê û Tiba Edlî ya Hewlêrê kir lê ew amade nebûn derbarê mijarê de biaxivin.