Li Şirnexê kamyonetek û tankerek li hev qelibîn: 2 mirî, 4 birîndar

26-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hezex Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê tankereke sotemeniyê û kamyonetekê li hev dan. Di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan roja Sêşemê 26ê Nîsana 2023an tankera sotemeniyê xav ku welatiyê bi navê Ridvan Ege diajot, li ser rêya sereke ya Hezex-Midyadê li sînorê gundê Sare li kamyoneta ku welatiyê bi nave Ahmet Bozkurt diajot da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û cenderme çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de welatiyê bi navê Abdurrahman Laçin ku di kamyonetê de bû li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Şofêrên birîndar û welatiyên bi navên Lokman Baksan, Înan Dogan û Ramazan Adibellî din bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hatin veguhastin.

Şofêrê tankerê Ridvan Ege jî tevî hewldanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Piştî bûyerê agir bi tankera sotemeniyê ket û ew agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat vemirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst